Der barê sûcên çeteyan li Efrînê de daxuyaniyên şermezarkirinê hatin dayîn

TEV-DEMʹê ya kantona Efrîn û Şehba, Nivîsgeha Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Tebqa, Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqa, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Minbicê êrişa li dijî welatiyên Efrînê ji hêla çeteyan ve û bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar kirin.

Der barê sûcên çeteyan li Efrînê de daxuyaniyên şermezarkirinê hatin dayîn
Der barê sûcên çeteyan li Efrînê de daxuyaniyên şermezarkirinê hatin dayîn
Der barê sûcên çeteyan li Efrînê de daxuyaniyên şermezarkirinê hatin dayîn
Der barê sûcên çeteyan li Efrînê de daxuyaniyên şermezarkirinê hatin dayîn
Der barê sûcên çeteyan li Efrînê de daxuyaniyên şermezarkirinê hatin dayîn
Der barê sûcên çeteyan li Efrînê de daxuyaniyên şermezarkirinê hatin dayîn
Der barê sûcên çeteyan li Efrînê de daxuyaniyên şermezarkirinê hatin dayîn
16 îlon, 2024   16:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên ʹEmşatʹ ên dewleta Tirk a dagirker duh êvarê bi ser malên welatiyên gundê Kaxirê yê bajarê Mabeta yê Efrîna dagirkirî de girt, li welatiyan di nav de jinan da. 

Têkildarî mijarê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a kantona Efrîn û Şehbayê daxuyaniyek da. Hevseroka Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Efrîn û Şehbayê Medya Ebdo li kampa Serdem a bajarokê Ehdasê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin ji 6 salan ve çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî Efrînê sûcên hovane, siyaseta erda şewitî û guhartina demografîk pêk tînin. Qanûnên navneteweyî bin pê dikin. Li Efrînê ewlehî tune ye. Çeteyên ʹEmşatʹ gundê Kaxirê yê Mabeta dorpêç kir û li welatiyên gund da. Di encamê de welatî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de ev sûc hatin şermezarkirin û bang li gelê hundir û derve hat kirin ku li dijî van sûcan derkevin.

TEBQA

Nivîsgeha Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Tebqayê li pêş avahiya xwe daxuyaniyek da. Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Mensora daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî welatiyên Efrînî hatin şermezarkirin û hat gotin gunehê şêniyan ew e ku daxwaza jiyîn û xebitînê kirine. Lê çeteyan li wan da û revandin.

Di daxuyaniyê de banga derxistina çeteyan ji Efrînê û jinûve ewlehî û îstîqrar misoger bin hat kirin.

Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê li pêş Navenda Çand û Hunerê daxuyaniyek da. Berdevka Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Tebqayê Heyfa Betoşî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî serketinên bi rêya projeya Rêveberiya Xweser hatine kirin, faşîsta Tirk şerê vê projeyê û gelê herêmê kir. Ji wan êriş û şeran jî dagirkirina Efrînê, koçberkirina xelkê wê, dizîn û talankirina xêr û bêrên wê ye.

Her wiha hate destnîşankirin ku jinên Tebqayê bi hemû pêkhateyên xwe teqezî bi bilindkirina têkoşînê dikin ku sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê aşkera bikin, piştgiriyê didin berxwedana jinên Efrînê.

MINBIC

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Minbicê têkildarî şermezarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî welatiyên gundê Kaxirê yê Efrîna dagirkirî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin êriş û sûcên we bi armanca temamkirina planên wê yên qirêj li dijî gelên azadixwaz û jinan e. Ev yek îsrara berxwedan û têkoşînê li dijî tevahî şêweyên tundî û çewisandina li ser jinan xurt dike.

ANHA

 ŞEHBA