Li dijî çeteyan banga herîkirina li kolanên Efrînê
Ji hundirê Efrînê ji bo şermezarkirina sûcên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyan, bi taybet sûcên li gundê Kaxirê, bang hatin kirin ku sibe li Efrînê tev li xwepêşandanê bibin.
Li ser medyayên dîjîtal gelek parvekirin hatin belavkirin ku sibe saet 9ʹan li pêş avahiya Seraya ya li naverasta Efrînê li dijî siyaseta dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tev li xwepêşandanê bibin.
Ev bang, ji bo şermezarkirina sûcên ku duh çeteyên ʹEmşatʹ ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li dijî welatiyên gundê Kaxirê yê Mabeta kirine, hatin kirin.
(fr)