Dema ragirtina rojnamevan Orûç hate dirêjkirin

Dema ragirtina li binê çavan a nûçegihanê Ajansa Welat Nedîm Orûç ji bo rojekê hate dirêjkirin ku doh li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di dema şopandina nûçeyê de ji aliyê polîsan ve bi lêdanê hatibû binçavkirin.

Dema ragirtina rojnamevan Orûç hate dirêjkirin
15 ÇILE, 2026   13:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê Ajansa Welat Nedîm Orûç ku dema doh li Taxa Nûr a navçeya Cizîrê ya Şirnexê nûçe dişopand ji aliyê polîsan ve bi lêdanê hatibû binçavkirin.

Polîsan Nedîm Orûç serê sibehê bêyî ku îfadeya wî bigirin biribûn Midûriyeta Polîsan a Şirnexê.

Dema binçavkirinê ya Nedîm Orûç rojekê hate dirêjkirin.

Hate zanîn ku derbarê dosyaya Nedîm Orûç de ji bo 24 saetan biryara sînordarkirina parêzeran û biryara nepenîtiyê hatiye dayîn.