`Dema dewleta Tirk  bê çare dibe êrişî me dikeˈ

Şêniyên kantona Efrîn-Şehbayê diyar kirin ku her cara dewleta Tirk nikare pirsgirêkên xwe yên hundirîn çareser bike, berê xwe dide herêmên me û sivîlan topbaran dike.

`Dema dewleta Tirk  bê çare dibe êrişî me dikeˈ
28 cotmeh, 2024   05:10
ŞEHBA

Dewleta Tirk a dagirker ji şeva 23`yê Cotmehê ve, êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir kirin.

Di êrişa li ser bajarê Til Rifetê de yek jê zarokek 4 kes şehîd bûn û 10 jî birîndar bûn.

Şêniyên bajarê Til Rifetê û koçberên ji Efrînê yên ku li Til Rifetê dimînin der barê êrişan de nêrînên xwe parve kirin

Reca El Xetîb ji bajarê Til Rifetê ye got, sivîl, jin û zarok ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve tên qirkirin, lê civata navnetewî û rêxistinên mafên mirovan li wan temaşe dikin.

Îbrahîm Mistefa ku ji Efrînê koçber bûye anî ziman  dewleta Tirk nikare pirsgirêkên xwe çareser bike, êriş herêmê dike û li sivîlan dixe.

Mistefa wiha domand: " Tirkiye di nava pirsgirêkên navxweyî de tengijiye, ji bo ku rûyê xwe li pêşiya raya giştî ya Tirkiyê spî nîşan bide, îdia dike ku ew êrişî navendên leşkerî li herêmên me dike."

Mihemed El Ehmed ê di sala 2018ˈan koçî Til Rifetê bûye anî ziman ku di siyasetên dewleta Tirk de şikestineke mezin heye û wiha domand: "Dewleta Tirk di siyasetên xwe de niha tevlihev e. Carekê hewl dide bi rejîma Şamê re li hev bike, carekê xwe davêje hemêza hikumeta Iraqê."

El Ehmed di dawiyê de got: "Dewleta Tirk nekarî rewşa xwe pêş bixe, ji ber wê vê dawiyê hewl da xwe nêzî Tevgera Azadiya Kurdistanê bike. Lê xuyaye wext nemaye. Nîşaneyên pêvajoya nû li herêmê tên xêzkirin û dewleta Tirk tê de windekarê herî mezin e."

(şx/k)

ANHA