DEM Partî: Di rojên pêş de dê komeke gerîla li Başûr hin gavan biavêje

DEM Partiyê daxuyand ku “Tê payîn di rojên pêş de di çarçoveya biryarên Kongreya PKK’ê de komek li Herêma Kurdistanê hin gavan bavêjin” û di vê çarçoveyê de hin rojnamevan vexwendin çalakiyê.

DEM Partî: Di rojên pêş de dê komeke gerîla li Başûr hin gavan biavêje
5 tîrmeh, 2025   13:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî bernameya tê payîn ku li Başûrê Kurdistanê di çarçoveya 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk' de pêk were, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: "Mîna ku hûn jî dizanin, em di rojên girîng û dîrokî yên 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk' de ne ku tên wateya qonaxeke nû. Di vê çarçoveyê de tê çaverêkirin ku komeke endamên PKK’ê li gorî biryarên kongreyê di çalakiyekê de li nava xaka hikumeta Herêma Kurdistanê (Başûr) pêngavan biavêjin.

Partiya me ku ji destpêka pêvajoyê û vir ve hewl dide rolake çêker bilîze, hejmareke kêm nivîskarên quncikan (15-20 kesên ku bi kotayê hatine diyarkirin) vexwendine vê çalakiyê. Nivîskarên hatine vexwendin dê li gel nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî yên ji aliyê partiya me ve hatine organîzekirin, bibin Herêma Kurdistanê.”

DEM Partiyê her wiha diyar kir ku rojnamevanên ku dixwazin çalakiyê bişopînin, divê nav, agahiyên saziyê, wêneya karta çapemeniyê, telefon û navnîşana e-maîla xwe ji DEM Partiyê re bişînin û diyar kir ku ev agahî dê ji bo akredîtasyonê bi hikumeta Başûrê Kurdistanê re werin parvekirin.

Hate ragihandin ku dîroka çalakiyê û hûrgiliyên organizasyona dê paşê werin ragihandin.