Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi gel re civiyan

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi şêniyên bajarê Sirînê re civiyan û li daxwaz û rexneyên wan guhdarî kir. Her wiha xebatên xwe şîrove kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi gel re civiyan
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi gel re civiyan
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi gel re civiyan
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi gel re civiyan
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi gel re civiyan
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi gel re civiyan
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi gel re civiyan
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi gel re civiyan
5 tîrmeh, 2025   14:38
KOBANÊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hola Navenda Çand û Hunerê ya Sirînê civînek ji gel re li dar xist. Di civînê de bi sedan endamên sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn amade bûn.

Civîna bi armanca guhdarîkirina li rexneyên gel û daxwazên wan bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre ji rêveberên Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dûran Haşimî axivî û got: "Armanc ji civînên ku em li her kantonê li dar dixin ew e ku em xwe bighînin gelê xwe û li gorî wê em kar û barê xwe xurttir bikin. Gelê me jî rexneyên xwe dike û em jî li gorî wan rexneyan tev digerin û xwe ji nû ve saz dikin. Gelê me ne tenê rexne lê xwestekên xwe jî tînin ser ziman, ew jî pêşketina karê Asayîşê ye. Em daxwazên wan dikin rapor û ji Rêveberiya Giştî ya Asayîşê re dişînin. Em jî ji bo gelê xwe her amade ne."

Beşdaran jî nêrîn û pêşniyarên xwe anîn zimanê. Hate gotin divê li ber belavbûna çekan û ajotina motorsîklêtan ji aliyê zarokan ve were girtin, teqandina guleyan di şahiyan de were astengkirin. Piştî wê jî pêşniyar hatin raporkirin.

(sş/bb)

ANHA