Dayikên Aştiyê pişgirî dan Werîşe Mûradî

Dayikên Aştiyê yên Sineyê ji bo pişgirî bidin endama KJAR’ê Werîşe Mûradî ya li Girtîgeha Evînê di greva birçûbûn de ye, dest bi greva birçîbûnê kirin.

Dayikên Aştiyê pişgirî dan Werîşe Mûradî
18 cotmeh, 2024   13:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Dayikên Aştiyê yên bajarê Rojhilatê Kurdistanê Sineyê, ji bo destek bidin endama KJAR’ê Werîşe Mûradî ya li Girtîgeha Evînê di 10’ê Cotmehê Roja Têkoşîna bi Cezayê Darvekirinê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kiriye; dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakiya dayikan a 17’ê Cotmehê roja pêncşemê dest pê kir dê 3 roj bidome.

Dayikên Aştiyê, li Çiyayê Abid ê Sineyê hatin ba hev û benên ku tên wateya darvekirinê şewitandin dirûşmên “Ji darvekirinê re na, ji jiyana azad re erê” avêin. Dayikên Aştiyê her wiha bang li saziyên navneteweyî kirin ku li dijî ‘darvekirinê’ têkoşînek bi hêz bidin meşandin.