Dayikek û keça wê bi guleyan jiyana xwe ji dest da

Jina bi navê Ayida Kemal Cûdiya ya 50 salî û keça wê Şirûq Xalid Neîm ya 18 salî, bi şaştî bi guleyan jiyana xwe ji dest dan.

Dayikek û keça wê bi guleyan jiyana xwe ji dest da
26 mijdar, 2025   22:13
SIWÊDA

Li gorî tora Siwêda 24ˋan, keça biçûk a malbatê bi çeka li malê bû dilîst, dema ku dayikê û keça wê Şirûq hewl da çekê ji destê wê bibin, 3 gule ji çekê derketin û li dayik û keça wê Şirûq ket.

Li gorî agahiyên nexweşxaneyê, Şirûq mirî gihişt nexweşxaneyê, dayika wê jî piştî demekê jiyana xwe ji dest da.

(k)