Talabanî: Hilbijartin dê di dema xwe de bên lidarxistin

 Serokê Giştî yê YNK’ê Bafil Talabanî got ku dê hilbijartinên Parlamentoya Herêma Federe ya Kurdistanê di dema xwe de bênl lidarxistin.

Talabanî: Hilbijartin dê di dema xwe de bên lidarxistin
7 nîsan, 2024   14:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Giştî yê Yekitiya Niştimanî Kurdistanê (YNK) Bafil Talabanî têkildarî nîqaşên derheqê hilbijartinên Parlamentoya Herêma Federe ya Kurdistanê daxuyanî da. 

Li gorî nûçeya Rojnewsê; Talabanî diyar kir ku dê hilbijartinên Parlamentoyê di dema xwe de bên lidarxistin û wiha got: “Di encama hevdîtinên bi Koalîsyona Rêveberiya Dewletê de ji bo taloqkirina hilbijartinan tu pêşniyar nehatin kirin.” 

Koalîsyona Rêveberiya Dewletê duh li Bexdayê bi YNK û PDK’ê re civiya bû. Di civînê de pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û çareseriya bi rêya destûra bingehîn a Iraqê hatibûn nirxandin. 

Hatibû ragihandin ku dê hilbijartinên Parlamentoya Herêma Federe ya Kurdistanê di 10’ê hezîrana 2024’an de bên lidarxistin.