Rejîma Baasê û komkujiya 12`ê Adarê

Rejîma Baas a Sûriyeyê 12`ê Adarê 2004`an li bajarê Qamişlo xwest fitneyê bixe navbera Kurd û Ereban de. Li hemberî komkujiya hatiye kirin gelê Kurd li tevahiya bajarên Rojava, ji Dêrikê heyanî Efrîn, Heleb, Şamê bertek nîşan dan û rabûn ser xwe.

Rejîma Baasê û komkujiya 12`ê Adarê
Rejîma Baasê û komkujiya 12`ê Adarê
Rejîma Baasê û komkujiya 12`ê Adarê
Rejîma Baasê û komkujiya 12`ê Adarê
Rejîma Baasê û komkujiya 12`ê Adarê
Rejîma Baasê û komkujiya 12`ê Adarê
Rejîma Baasê û komkujiya 12`ê Adarê
Rejîma Baasê û komkujiya 12`ê Adarê
12 adar, 2026   05:10
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR

Rejîma Baasê û saziyên wê yên ewlehiyê roja 12`ê Adarê sala 2004`an planeke fitneyê têxin navbera gelê Kurd û Ereb û li ser gelê Kurd komkujiyê bikin, danîbû. Maça futbolê ya di navbera tîma El Cîhad ya bajarê Qamişlo û tîma El Fetwa ya Dêrazorê de veguherandin şerekî di navbera Kurd û Ereban de. Hinek kes ên baasî ku alîgirên tîma El Fetwa bûn, dirûşmên nîjadperest berz kirin. Piştî wê pevçûn di navbera her du aliyan de dest pê kir û êrişî gelê Kurd kirin. Gelê Kurd li tevahî bajarên Sûriyeyê rabû ser xwe û li hemberî komkujiya 12`ê Adarê dengê xwe bilind kir. 

BERÎ BÛYERA 12`Ê ADARÊ

Roja 12`ê Adarê di saetên sibehê de rayedarên Partiya Baasê biryar dabû li derdora stadyuma bajarê Qamişlo di aliyê ewlehiyê de tedbîrên hişk werin girtin. Dema ku Kurd derbasî stadyumê dibûn ew kontrol dikirin lê dema alîgirên tîma El Fetwa derbasî stadyumê dibûn, kevir û dar di destê wan de bûn.

Berî ku maça futbolê dest pê bike, alîgirên Baasê dirûşmên nîjadperest berz kirin. Berî li Sûriyeyê nêzîkatiyên nîjadperest û mezhebperest çêbin, sala 2003`yan li Iraqê pirsgirêkên bi vî awayî derketibûn.

Di ser berzkirina dirûşman re wextekî dirêj derbas nebû û tevliheviyê dest pê kir. Alîgirên Baasî tîma El Cîhad dan ber keviran. Polîs û hêzên rejîma Baasê bi wê tevliheviyê re alîgirên Kurd ên El Cîhad gulebaran kirin.

Çend saet di ser bûyerê re derbas bûn û bi hezaran ciwanên Kurd li bajarê Qamişlo daketin kolanan. Rejîma Baas xwest li pêşiya ciwanên Kurd bigire û xwepêşandan gulebaran kirin. Çend ciwanên Kurd şehîd bûn û dema gelê Qamişloyê agahiya şehadeta ciwanan bihîst, zêdetir daketin qadan.

HÊZÊN REJÎMA BAASÊ BI TUNDÎ ÊRIŞÎ XWEPÊŞANDANAN KIR

Roja 13`ê Adarê bi hezaran şêniyên Qamişloyê li hev kom bûn da ku şehîdên serhildanê bispêrin axê. Xwepêşandan veguherîn serhildana gel. Li hemû qadan al û sembolên kurdî hatin rakirin. Dema ku rejîma Baas êriş bir ser serhildêran û bi tundî ew gulebaran kirin, gelê Kurd ji bajarê Dêrikê heyanî Efrînê, li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û taxên Zorava û Rûknedîn ên Şamê jî rabû ser xwe.

Rejîma Baas bi tundî û kuştinê xwest dawî li serhildanên gel bîne. Bi sedan birîndar bûn û 38 kes jî şehîd bûn. Her wiha bi hezaran hatin girtin û Ii hemû bajarên Kurdan û cihê ku Kurd lê hebûn, aliyê ewlehiyê de tedbîrên hişk hatin girtin.

ŞAHIDÊ SERHILDANA 12`Ê ADARÊ DIAXIVÊ

Apê Xelîl Yûsiv (bavê şehîd Ehmed Xelîl Yûsiv) ê ku di Serhildana 12`ê Adarê de şehîd bûye, li ser bûyerê axivî.

22 sal di ser serhildanê re derbas bûne lê hîna apê Xelîl Yûsiv bûyer ji bîr nekiriye. Apê Xelîl got: “12`ê Adarê 2004`an roja Înê bû, derdora saet 14:30 bû. Kurê min Ehmed xortekî rêzdar û exlaqên wî baş bûn. Ji mirov û welatê xwe hez dikir. Xwişka wî jê xwest ku biçe Hesekê, wî qebûlnekir û got îro maç di navbera tîma El Cîhad û tîma El Fetwa heye, ew dixwazê biçe li maçê temaşe bike. Kurê min berî biçe maçê hat gel min, xatir ji min xwest û çû. Du caran li xwe zîvirî û mîna bi nêrandina çavên xwe, xatir ji min dixwaze.”

Apê Xelîl Yûsiv wiha dewam kir: “Ez piştî wê çûm taxa siyahî, min li wêderê hinek mirovên xwe yên ji gund dîtin. Di wê kêliyê de di ber me re basên alîgirên tîma El Fetwa derbas bûn. Di basan de siloganên (Bi xwîn, bi can em bi te re ne Sedam, Felûca em qehremanên te ne) digotin. Xeber ji gelê Kurd re digotin. Min ji xwe re got ev ne alîgirên futbolê ne, ev mafya ne. Dar, şûşeyên hesinî û kevirên reş ku li ser riya tirênê anîbûn di destê wan de bûn. Li hemû kolanên bajaêr Qamişlo digeriyan û qîr dikirin. Min hîs kir ku tiştek heye. Ji xwe dema ku derbasî stadyumê bûn kesekî ew kontrol nekirin. Tenê alîgirên Kurd dihatin kontrol kirin. Hêzên ewlehiyê destûr nedidan ku alîgirên Kurd tiştekî derbasî stadyumê bikin lê belê alîgirên tîma El Fetwa dar, şûşeyên hesinî û kevir bi xwe re derbas kirin."

Dema tevlihevî dest pê dike apê Xelîl Yûsiv mîna hemû bav û dayîkan direvin stadyumê û ditirsin ku tiştek li zarokên wan hatibê. Çi diqewimî? Apê Xelîl wiha got: “Ez beziyan çûm stadyumê. Ji bo ez bibînim çi çêdibe. Min kurê xwe Ehmed dît min jêre got em vegerin malê. Ehmed got ez nayêm, wan destpê kir, kevir avêtin me û xeber ji me û sembolên me re kirin. Min bukjin jî ez venagerim.”

Apê Xelîl vedigere û hîna negihaştiye male, dengê guleyan dibihîzê, careke dîtir berê xwe dide stadyumê û ji ajokerê taksiyê dibihîze ku birîndarek rakirine nexweşxaneyê. Apê Xelîl got: “Min hîs kir ew birîndar kurê min Ehmed e. Parêzgarê Hesekê ferman dabû leşkerên xwe ku gelê Kurd gulebaran bikin."

Parêzgarê Hesekê Selîm Kabûl çawa ji bajarê Hesekê digihîjê bajarê Qamişlo ferman dide ku gelê Kurd gulebaran bikin. 12`ê Adarê 3 ciwanên Kurd şehîd bûn.

Bavê şehîd Ehmed Apê Xelîl got: "Ez çûm nexweşxaneya El Wetenî ya kevn. Min li wê derê kurê xwe Dijwar û hevalê wî Mihemed dîtin. Xwestin ku xwe li ser dîwarê nexweşxanê bavêjin û birevin. Leşkerên rejîmê ew girtin û ew işkence dikirin. Kurê min Dijwar xwe xilas kir û Mihemed jî girtin û salekê girtin. Ez li kurê xwe Ehmed digeriyam. Li nexweşxaneya El Wetenî ya kevn dektorekî ji min re got ku kurê te birine nexweşxaneya Ferman. Ez bi zorê gihîştim nexweşxaneya Ferman. Ji ber leşkerên rejîmê li ser serê avahiyan belav bibûn û gel gule baran dikirin. Nexweşxane tejî bibû. Hemû malbatan li zarokên xwe dipirsiyan. Dektorek hat me pirsa şehîd û birîndaran kir. Dektor got ku Ehmed Xelîl Yûsiv şehîd bûye. Ez di cihê xwe de cemidîm. Nizanim çi bikim û kanî cenazeya wî? Hevalên Ehemd cenazeya wî hildabûn ser milê xwe û anîbûn malê. Roja 13`ê Adarê me cenazeyên xwe ji mizgefa Qasimo rakirin û em çûn şehîdên xwe li goristana taxa Qidûrbekê ya Qamişlo veşêrin. Di rê de hêzên ewlehiyê careke dîtir gel gulebaran kirin û şehîd û birîndarên me çêbûn. Di wê demê de gelekî zilm li me kirin. Malbatan birîndarên xwe veşartî li gundan tedawî dikirin ji bo neyên girtin.”

‘DIXWESTIN FITNEYÊ BIXIN NAVBERA KURD Û EREBAN’

Rêveberê berê tîma El Cîhad Abdulbaqî Hisên yek ji şahidên komkujiya 12`ê Adarê ye. Hisên got: “Tîma El Fetwan û tîma El Cîhad diviyabû roja Înê maç bi hevre bileyîzin. Tîma El Fetwa berî wê bi rojekê, roja Pêncşemê hatibûn Qamişlo û di basan de tax bi tax li bajar digeriyan. Siloganên nîjadperest digotin û xeber ji gelê Kurd re dikirin. Roja Înê diviyabû alîgirên El Fetwa bihevre li aliyekî bin û alîgirên El Cîhad li aliyê dîtir bin. Alîgirên El Fetwa ketin nava alîgirên El Cîhad. Mudurê herêm û endamên ewlehiyê li stadyumê bûn. Dema ku tevlihevî destpê kir gotin parêzgar ferman da ye ku em alîgirên El Cîhad gulebaran bikin. Hejmara alîgirên El Fetwa jî wê carê gelekî zêde bûn."

Hisên bûyera 12`ê Adarê wiha nirxand: "Piştî sala 2003`an sîstema Sedam Hisên li Iraqê hilweşiya, ew gelekî ji gelê Kurd aciz bûn. Gelê Kurd sîstema Sedam li Iraqê hilweşandin. Êrişa 12`ê Adarê ne ji xwe ve bû, pîlansaziya wê hatibû dayîn. Roja berî bûyer biqewimê alîgirên kliba El Fetwa çima wisa dikirin? Li taxan digeriyan û li dijî gelê Kurd silogan digotin. Rejîma Baas dixwest pêkhateyên Sûriyeyê li hev bikevin û ew jî temenê xwe dirêj bike. Tişta 12`ê Adarê qewimî vê yekê zelal dike."”

LI HEMÛ BAJARAN SERÎ RAKIRIN

Piştî ku agahî hat belavkirin hêzên dewletê li bajarê Qamişlo ciwanên Kurd şehîd xistine, li hemû bajaran rabûn ser xwe û êrişî navendên dewletê kirin. Li bajarê Amûdê peykerê Hafiz Esed hatibû hilweşandin. Roja 13`ê Adarê dema ku gel di merasîma oxirkirina şehîdan de gulebaran kirin, serhildana 12`yê Adarê li her deverê belav bû. Xelkê Kobanê 14`ê Adarê daketibû kolanan. Li Efrîn û Helebê 16`ê Adarê gelê Kurd daketibû qadan. Serhildan gihaşte paytexta Sûriyeyê Şamê û gelê Kurd li taxa Zorava û Ruknedîn rabûn ser xwe. Di serhildanan de bi hezaran ciwanên Kurd hatin girtin û 38 kes şehîd bûn. Heyanî niha aqûbeta hinek ciwanên hatibûn girtin ne diyar e.

Piştî 22 sal di ser Serhildana 12`ê Adarê re derbas bûn, di vê pêvajoyê de jî hinek alî dixwazin fitneyê bixin navbera gelê Kurd û Ereb. Zimanê nefretê bi kar tînin û provokasyonan dikin.

ANHA