Dayîka berxwedêra zindanê: Em bi wan serbilind in
Gulîstan Yusif ku keça wê jî di berxwedana gireva birçîbûnê girtigehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeye da ye , diyar kir ku ew bi keça xwe serbilindin û banga xwedî derketina çalakiyên girtiyên azadiyê kir.
Girtiyên azadiyê di çarçoveya pêngava ku bi dirûşmeya, “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” 10`ê Cotmeha 2023`an li 74 navendên cîhanê hatibû destpêkirin de, 27`ê Mijdara 2023`an li girtigehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê ya demkî û dorveger kirin. Greva birçîbûnê di roja 127`an didome. Malbatên girtiyan jî, bi nêrîn û çalakiyan destekê didin zarokên xwe.
Malbatên ji Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê yên ku zarokên wan di girtîgehên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê de ne, bi nêrîn û nirxandinên xwe destekê didin berxwedana zindanan.
Dakiya Gulîstan Yusif a ji bajarê Qamişlo jî destek da keça xwe ya ku ev 3 salin di girtîgehê de ye. Keça Gulistanê, Leyla Yusuf (27) gerîlayek HPG’ê ye û di şerekî bi artêşa Tirk a dagirker de, ji ber çekên kîmyewî ji ser hişê xwe çûye û dîl hatiye girtin. Dema hatiye girtin jî êşkence lê hatiye kirin, 2 salan di huceyek yek kesî de hatiye hiştin.
Leyla Yusif niha li girtigêha Erziromê ye û tevlî gireva birçîbûnê bûye. Dewleta Tirk ev 3 salin nahelê ku Leyla bi riya telefonê bi dayika xwe Gulîstan Yûsif re biaxive. Heta niha tenê xwîşka Leyla ya li Ewropayê karîbûye pê re bi axive.
LEYLA: HÊVIYÊN ME XURT IN
Leyla beriya 2 mehan bi xwîşka xwe re axiviyê û gotiye ew li gel hevalên xwe di greva birçîbûnê de ne û ev peyam daye: “Ev 6 rojin ez di çalakiyê de me. Em ji her demê baştirin. Hêviyên me xûrtin, pêşeroja me vekirîye; hûn jî bihêz bin.”
DAYIKA LEYLAYÊ: EZ PÊ SERBILINDIM DIVÊ HERKES XWEDÎ LI WAN DERBIKEVE
Gulîstan Yusif derbarê çalakiya zindanan de ji ANHA’yê re axivî û got ku ew bi çalakiya keça xwe serbilind e. Gulistanê bi gotina, “Ez têm çavê hemû girtiyên siyasî” hestên xwe anîn ziman û wiha dom kir: “Ez serkeftinê ji wan re dixwazim. Keça min Leyla li ser doza Kurd hate girtin. Berxwedaniya wê û ya hevalên wê di nav çar dîwaran de pîroz e. Ew hêza wan me xurt dike. Ez bi keça xwe serbilindim. Divê hemû gelê me li Serok û çalakvanên li zindanan xwedî derbikevin. Ew hêviyên me ne, divê em bi wan re bin, xwedî li dozê derbikevin.”
ANHA