Dayik û 2 zarokên di bombebaranê de birîndar bûn tên dermankirin

Du zarok û dayika wan ku di êrîşa artêşa Tirk a dagirker de birîndar bibûn, li nexweşxaneyê tên dermankirin.

Dayik û 2 zarokên di bombebaranê de birîndar bûn tên dermankirin
Dayik û 2 zarokên di bombebaranê de birîndar bûn tên dermankirin
Dayik û 2 zarokên di bombebaranê de birîndar bûn tên dermankirin
Dayik û 2 zarokên di bombebaranê de birîndar bûn tên dermankirin
Dayik û 2 zarokên di bombebaranê de birîndar bûn tên dermankirin
Dayik û 2 zarokên di bombebaranê de birîndar bûn tên dermankirin
Dayik û 2 zarokên di bombebaranê de birîndar bûn tên dermankirin
Dayik û 2 zarokên di bombebaranê de birîndar bûn tên dermankirin
14 ÇILE 2024   21:13
HESEKÊ

Balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker îro (14 çile 2024) navbera gundên Quneytra û Şensur, gundê Kerbetilê yên girêdayî Dirbêsiyê û navenda Tewmînê (kontrola bazarê) ya li navenda navçeyê bombebaran kirin. 

Di bombebarana Kerbetilê de xaniyê welatiyê bi navê Xalid Hiso hat hedefgirtin. Di encama êrişê de hevjina Xalid Hiso Ehlam Ebdurezaq Remo û zarokên wan ên bi nave Can ê 4 salî û Rojan a 3 salî birîndar bûn.

Ehlam a ji lingê xwe, Rojan a ji serê xwe û Can ê bi sivikî birîndar bûn, veguhestin nexweşxaneyekê li Hesekê. Bijîşkên nexweşxaneyê gotin ku dermankirina birîndaran didome û rewşa wan baş e.

Dayik Ehlam Ebdurezaq Remo ji ajansa me re axivî û kêliyên êrîşê wiha vegotin: "Ez li metbexê bûm min xwarin çêdikir, ji nişkê ve me dengê balafirê bihîst û zarokên min tirsiyan. Piştî wê êdî min tiştek nedît."

 ANHA