Partiyên Kurd têkildarî girîngiya yekrêziyê û lidarxistina konferansekê civînek li dar xist

Partiyên Kurd di civînekê de girîngiya lidarxistina konferansekê giştî li Rojava, astengiyên rûbirûyî pêkanîna yekitiya Kurdan, belgenameya siyasî û neteweyî nîqaş kirin.

Partiyên Kurd têkildarî girîngiya yekrêziyê û lidarxistina konferansekê civînek li dar xist
16 adar, 2025   17:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Digel pêşdeçûnên lez li qada Sûriyeyê, partiyên Kurd li kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 16’ê Adarê de kom bûn û pêşdeçûnên siyasî û neteweyî nîqaş kirin. Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê li ser giyana şehîdên Komkujiya Helebce û tevahî şehîdên azadiyê dest pê kir.

Piştî rojeva civînê hat diyarkirin, beşdaran li ser dozên girêdayî astên niştîmanî û neteweyî yên hatine pêşniyarkirin, girîngiya lidarxistina konferanseke Kurdî li Rojava û bandorên derengmayîna wê, bi beşdariya partî, hêzên siyasî û civakî yên Kurdan, nîqaş kirin.

Di dawiya civînê de daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji hêla Sekreterê Partiya Aştiya Demuqrat a Kurdistanê Telal Mihemed û bi zimanê Erebî ji hêla Seroka Şepêla Pêşeroj a Kurdistanê Narîn Metînî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku belgenameya siyasî ya ku ji aliyên garantorên diyaloga Kurdî-Kurdî ve hatibû amadekirin hate nirxandin. Ev belgename ji du belgeyên ku ji aliyê Partiyên Yekitiya Niştîmanî ya Kurd (PYNK) û partiyên derveyî her du çarçoveyan ve hatibûn pêşkêşkirin, her wiha ji formuleke ku ji aliyê Encûmena Nîştîmamî ya Kurdî (ENKS) ve hatibû pêşkêşkirin. Di civînê de biryar hate dayîn ku ev belgename ji konferansa ku tê plankirin re were pêşkêşkirin da ku were pejirandin û ev yek wê bibe mizgîniyeke mezin ji bo gelê me di Cejna Newrozê de.

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di civînê de li ser israra ENKS’ê hat rawestandin ku dixwaze civîneke taybet bi Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) re li dar bixe û ev tişt hat gotin: "Ji ber xîreta me ya di nav partiyên civiyayî de, ji bo gihîştina helwesteke Kurdî ya yekgirtî, em dibînin ku ew dikare civîneke bi vî rengî li dar bixe, ji ber ku her partiyeke me, di nav de PYD’ê, dikare bi her aliyekî re civînekê pêk bîne. Ji vê perspektîfê ve, em erênî nêzîk bûn ku em bigihîjin armanca xwe. Lê em diyar dikin ku ne li şûna xebatên komîteya amadekar a konferasnê ye û ne li şûna her du komîteyên diyalogê di navbera ENKS’ê û PYNK’ê de ye."

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku girîngî bi pêkanîna yekrêziya Kurdî di vê qonaxa hestiyar de heye ku Sûriye û tevahî Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê re derbas dibe.

Di heman demê de di daxuyaniyê de hat gotin ku li ser peymana di navbera QSD’ê û Şamê de nirxandin hatin kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de piştgiriya tam û giştî ji bo Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi hemû saziyên wê yên sivîl û leşkerî hat dayîn.

(fr)

ANHA