DAIŞˊê li Humisê êrişek pêk anî: 4 endamên Dîfa Wetenî hatin kuştin

Li herêmên cuda yên Sûriyeyê bi rêya êriş û kemînên li dijî hêzên Şamê û çekdarên alîgirên wê çalakiyên çeteyên DAIŞˊê zêde dibin.

DAIŞˊê li Humisê êrişek pêk anî: 4 endamên Dîfa Wetenî hatin kuştin
13 adar, 2024   21:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Di encama êrişeke çeteyên DAIŞˊê li dijî nuqteyeke leşkerî li herêma Hiwêsîn a rojhilatê Cib El Cerah li rojhilatê Humisê de 4 endamên hêzên Dîfa Wetenî hatin kuştin û êrişkar ber bi cihekî nediyar ve reviyan.

Li herêmên cuda yên Sûriyeyê bi rêya êriş û kemînên li dijî hêzên Şamê û çekdarên alîgirên wê çalakiyên çeteyan zêde dibin.

Ji destpêka îsal ve, li gorî Navenda Çavdêriya Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di êrişên leşkerî li beyarê Sûriyeyê de 208 kes hatine kuştin.

(fr)