50 roj maye pira nû ya Reqayê bi dawî be

Projeya çaksazkirina pira nû ya Reqayê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbasî qonaxa xwe ya dawîn bû. Çaverê ye piştî 50 rojan proje bi temamî bi dawî bibe.

50 roj maye pira nû ya Reqayê bi dawî be
50 roj maye pira nû ya Reqayê bi dawî be
50 roj maye pira nû ya Reqayê bi dawî be
50 roj maye pira nû ya Reqayê bi dawî be
14 adar, 2024   05:34
REQA

Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di Cotmeha 2022'yan de projeya çaksazkirina pira nû ya Reqayê da destpêkirin. Armanc ji projeyê sivikkirina barê pir û bendavên din ên li ser çemê Firatê, hêsankirina rêya bazirganiya hundirîn û ya çandinî û veguhastina li herêmê ye.

Der barê qonaxa ku proje niha tê de ye rêveberê avakirina pira nû endezyar Îhab El Hamid got: "Em gihîştin qonaxa dawîn a projeyê, tenê hîmek maye bê avakirin, ew jî niha tê pêkanîn."

Pir li başûrê rojavayê bajarê Reqayê ye û bajêr bi gundewarê başûr ê li ber çemê Firatê ve girê dide. Wek Kîsrat û navçeyên kantona Tebqayê wek Mensûra.

Îhab El Hamid diyar kir ku niha ew êdî li ser avê dixebitin û destnîşan kir ku qonaxa dijwar a projeyê derbas bû.

Girêdayî derengmayîna bidawîbûna projeyê El Hamid got: "Hatibû diyarkirin ku proje di salekê de bi dawî be. Lê sedema derengmayîna projeyê ew bû ku hîmeke bi temamî hatibû wêrankirin, ji ber wê jî zehmetî tê de li pêşiya me derketin. Lê niha proje dê piştî 50 rojan bi dawî be."

Pira nû ya Reqayê (pira El Reşîd) di 1960’î de hat avakirin. Lê piştî ku çeteyên DAIŞ’ê di 2017’an de ji bo rêgirtina li ber Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ew teqandin û bi temamî ji xizmetê derket.

(mh)

ANHA