Daîreya Avê ji Şaredariya Qamişloyê hate veqetandin bi Rêveberiya Avê ve hate girêdan

Şaredariya Qamişloyê ragihand ku Daîreya Avê ji şaredariyê veqetî û bi awayekî serbixwe bi Gerînendetiya Avê ve hat girêdan. Armanc ji vê yekê asta xizmetguzariyan baş bibe û hevkariya di birêvebirina projeyên avê û kanalîzasyonê de were xurtkirin.

Daîreya Avê ji Şaredariya Qamişloyê hate veqetandin bi Rêveberiya Avê ve hate girêdan
27 hezîran, 2026   20:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Wekî beşek ji bo jinûve sazkirina rêveberî û rêxistinî ya beşa avê û xizmetên pêwendîdar, Daîreya Avê ji Şaredariya Qamişlo hatiye veqetandin û niha bi awayekî serbixwe bi Gerînendetiya Avê ve girêdayî ye.

Şaredariya diyar kir ku armanc ji vê gavê hewldan bibin yek, xebatên sererastkirinê werin bipêşxistin û projeyên torên avê û kanalîzasyonan werin bicihanîn ku di başkirina xizmetên ji bo şêniyan de dibe alîkar.

Şaredariyê bang li şêniyan kir ku daxwaz û giliyên avê û kanalîzasyon, abone û çaksaziyê ji Daîreya Avê ya girêdayî Gerînendetiya Avê ya li kêleka Çerxerêya Sonî re rakin. Daxwazname û giliyên zimhêrê jî rasterast ji Gerînendetiya Aboriyê re tên rakirin.

(fr)