Di 6 mehan de 34 kolber hatine kuştin

Li gorî Kolbernewsê di nav 6 mehên îsal de herî kêm 34 kolber hatine kuştin û 236 kolber jî birîndar bûne.

Di 6 mehan de 34 kolber hatine kuştin
1 tîrmeh 2024   14:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Kolbernewsê hejmara kolberên li sînorên Rojhilatê Kurdistanê di nava 6 mehên de hatine kuştin û birîndar bûne belav kir.

Li gorî nûçeyê, di 6 mehên destpêkê yên îsal de, bi giştî 270 kolber li herêmên ser sînor û rêyên di navbera bajarên Rojhilatê Kurdistanê de, di encama êrişên hêzên Îranê de, aşût, serma, mayîn û ketina çiya de jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.

Hate gotin ku ji 270 kolberan, 34 kolber hatine kuştin û 236 kolber jî birîndar bûne.  Li gorî nûçeyê ev hejmar li gorî sala borî zêde bûye. Li gorî nûçeyê 20 kolberên hatine kuştin û birîndar bûne, zarokin.