Dagirker gundekî Şehba topbaran dikin

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Aqîbê û daristana gundê Soxanekê yên kantona Efrîn û Şehba topbaran dikin.

Dagirker gundekî Şehba topbaran dikin
17 mijdar, 2024   18:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihana me ji herêmê diyar kir ku di van kêliyan de artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi guleyên obîsan gundê Aqîbê û daristana Soxanekê topbaran dikin.

Li gorî heman nûçegihan, dagirkeriyê nuqteyekê hêzên hikumeta Şamê li gundê Aqîbê yê kantona Efrîn û Şehbayê topbaran kirin.