Li Hesekê motorsiklêtek teqiya

Li ser rêya giştî ya di navbera kantona Reqa û bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ku bi "Rêya Spî" tê naskirin, motorsiklêtek teqiya. Li gorî agahiyan, hêzên ewlehiyê bi ser motorsiklêteke din a bombebarkirî de ku ajokarê wê ber bi Hoş El Bair de revandiye, digirin.

Li Hesekê motorsiklêtek teqiya
17 mijdar, 2024   18:28
HESEKÊ

Li gundewarê başûrê bajarê Hesekê denqê teqînê hat bihîstin. Nûçegihanê me diyar kir ku dengê hatiye bihîstin ji ber teqîna motorsiklêtekê li nêzî navenda peywendiyan a li başûrê bajarê Hesekê bû. Di encamê de hin welatî birîndar bûn.

Piştî teqînê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn yekser berê xwe da cihê bûyerê û dorpêç kir û dest bi lêpirsîn û lêkolînê kir.

Her wiha hêzan bi ser motorsiklêteke din a bombebarkirî de ku ajokarê wê ber bi Hoş El Bair de revandiye, girtin.

Heta niha nûçegihan tu agahiyên berfireh der barê bûyerê de bi dest nexistin.

(fr)

ANHA