Xebatên nîvê sale yên Şaredariya Kobanê

Şaredariya Gel a bajarê Kobanê di plansaziya xwe ya nîvê salê de cih daye sererastkirin û qîrkirin rêyan.

Xebatên nîvê sale yên Şaredariya Kobanê
Xebatên nîvê sale yên Şaredariya Kobanê
Xebatên nîvê sale yên Şaredariya Kobanê
Xebatên nîvê sale yên Şaredariya Kobanê
Xebatên nîvê sale yên Şaredariya Kobanê
31 gulan, 2025   06:25
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Şaredariya Gel a Kobanê di plansaziya xwe ya nîvê salê de cih daye sererastkirin û qîrkirina rêyan. 

Der barê mijarê de endamê şaredariyê Fewaz Ehmed destnîşan kir ku amadekariyên wan ji bo projeyandidomin û wiha got: "Projeyên me yên sereke ji bo sererastkirin û zîftkirina rêyan in û bi taybet di nava bajarê Kobanê û Taxa Şehîd Barîn (Taxa Nû) de. Îsal dê bi piranî xebatên me ji bo sererastkirin û qîrkirina rêyan bin.”

Fewaz Ehmed her wiha got: "Projeyên me yên ji bo kanalîzasyonê jî hene. Bi taybet nêzî girê Miştenûr li Taxa Şehîd Kawa, taxên Botan Xerbî û Botan Şerqî ku kanalîzsyon negihaştiyê. Em ê îsa hewl bidin kanalîzasyonê bigihînin van taxan.”

ANHA