Ciwanên şoreşger ên Minbicê konferansa xwe ya 2ˊyemîn li dar xist

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê bi diruşma ˊBi vejîna ciwanan em ê xwe bi rêxistin bikin û Rêber Apo azad bikinˊ konferansa xwe ya 2ˊyemîn li dar xist.

24 sibat, 2024   17:27

MINBIC

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbic bi beşdariya endamên tegerê, Yekitiya Jinên Ciwan, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, meclisên ciwanan ên partiyên siyasî konferansa xwe ya 2ˊyemîn li dar xist. Konferans li hola meclisa qanûnsaz hat lidarxistin.

Endama tevgerê Meryem Eyûb perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê rola ciwanan di civakê de xwendin.

Dûre hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê Ehmed Cimêlî axivî û got: "Tevgerê gelek çalakî û xebatên ji bo xurtkirina ciwanan di aliyê fikrî de li dar xistin. Ew çalakî; perwerdeyên fikrî yên girtî û vekirî, semîner, belavkirina bruşor û hişyarkirina ciwanan li ser xeteriyên hişbirê bûn."

Cimêlî wiha domand: "Em ciwanên Minbicê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teslîm nabin û em bi saya fikrên Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bilind dikin, da ku wî bi fîzîkî azad bikin."

Cimêlî rewşa rêxistinî û rapora salê ya tevgerê xwendin. Dûre nîqaş li ser rewşa rêxistinî hatin kirin.

Piştre 15 endam ji bo meclisa tevgerê li Minbicê hatin hilbijartin.

Konferans bi xwendina daxuyaniyê ji hêla endamê tevgerê Ehmed Silêman ve bi dawî bû.

Di daxuyaniyê de ev encamname hatin diyarkirin:

Ji berku ciwanên hêza dînamîk a civakê ye û rola wê ya pêşengî û dîrokî di şoreşê de ye, divê ciwan li ser fikrên Rêber Abdullah Ocalan bixebitin û azadiya wî ya fîzîkî bibe bingehan xebatên wan.

Ji ber ku fikir û felsefeya Rêber Apo rêya yekane ya ronîkirin û rewşenbîrkirina civakan e, divê dewreyên girtî û vekirî, semîner û sînevîzyonên li bajêr û gundewaran werin dayîn û pêşkêşkirin.

Ji bo hişyarkirina ciwanan û perwerdekirina beşên civakê li ser fikir û îdeolojiya Rêber Apo divê civînên girseyî û lidarxistina panelan bên kirin.

Ji bo xurtkirin û rêxistinkirina civakê li ser têgeha şerê gel ê şoreşgerî divê komîteyên parastinê di komîn û meclisan de werin zêdekirin.

Komxebatên li ser fikrên Rêbertî û ciwanan werin lidarxistin.

Hevkarî bi komîteya aborî û çandiniyê re werkirin ku proje werin vekirin û derfetên kar ji ciwanan re bên peydakirin.

Di çarçoveya pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya prisgirêka Kurd û hemleya werin cenga azadiyê de çalakiyên curbecur werin lidarxistin.

(fr)

ANHA