Buhayê sotemeniyê daket lê li benzînxaneyan kêm e

Wezareta Enerjiyê ya hikumeta demkî piştî daketina buhayên petrolê li cîhanê, buhayên berhemên petrolê daxist. Lê welatî hîn jî ji ber kêmbûna benzîn û mazotê gazinan dikin.

Buhayê sotemeniyê daket lê li benzînxaneyan kêm e
28 tîrmeh, 2026   11:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Daîmî ya Diyarkirina Buhayên Berhemên Petrolê ku bi Wezareta Enerjiyê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve girêdayî ye, buhayên berhemên petrolê daxistin.

Li gor lîsteya buhayên nû, lîtreyeke benzîna ​​95 oktan daketiye 147 lîreyê Sûriyeyê, benzîna ​​90 oktan bi 142 lîreyan, mazot bi 120 lîreyan, tupeke gaza malan bi hezar 470 lîreyan û gaza pîşesaziyê jî daketiye 2 hezar û 350 lîreyan.

Tevî kêmkirinê jî, welatî hîn jî li gelek parêzgehan ji ber kêmbûna benzîn û mazotê gazinan dikin.

(k)

ANHA