Li Kobanê berxwedana ciwanên Bakurê Kurdistanê hat silavkirin
Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên Kantona Firatê berxwedana ciwanên Bakurê Kurdistanê bi meşekê silav kirin.
Tevgera Ciwanên şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Firatê berxwedana ciwanên Bakurê Kurdistanê silav kir û diyar kir ku ew ê bi hemû rengî piştgiriyê bidin ciwanên Bakurê kurdistanê.
Meş li Qada Jina Azad dest pê kir heta bi Qada Aşitî domand. Di meşê de siloganên bijî berxwedana ciwanên Bakurê kurdstanê hatin barizkirin.
Li Qada Aşitiyê, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Firatê Mihemed Mehmûd axivî û diyar kir ku dewleta Tirk li her derê bi bin ketiye, êdî dev avêt şaredariyên ku bi gel hatibûn hilbijartin.
Mehmûd anî ziman ku dewleta Tirk li hemberî berxwedana gerîla ya li çiyayên azad, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bin ket û got: "Em bi rih û can bi ciwanên Bakurê Kurdistanê re ne û em dibêjin çi ji me bê xwestin em amade ne."
(sş/fr)
ANHA