Deriyê Cirmaş-Qeled El Sebi jî hat bombebarankirin
Di kêmtirî 2 saetan de 2 deriyên sînorî yên di navbera Sûriye-Lubnanê de hatin hedefgirtin.
Xelkê Sûriyeyê yê li herêma Qisêr a sînorî ya ser bi herêma Hirmel a Lubnanê ve diyar kir ku dengê teqînên xurt hat bihîstin.
Ajansa Wetenî ya Ragihandinê ya Lubnanê li gorî agahiyên nûçegihanên xwe li Hirmel diyar kir ku beriya çend kêliyan deriyê Qeled El Sebi yê li bakurê rojavayê Hirmel ê bi ser sînorê Sûriyeyê de hat hedefgirtin, hemwextî wê balafirên şer ên Îsraîlê li asîmanê Hirmelê ne.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku balafirên şer ên Îsraîlê li nêzî deriyê Cirmaş ku deriyeke nefermî ye, xaka Lubnanê û herêma gundewarê Qisêr a başûrê rojavayê Humsê bi hev ve girê dide, bombebaran kir, di encamê de zirarên madî çêbûn, lê heta niha tu agahiyên li ser windahiyên mirovî tune ne.
Beriya 2 saetan jî balafirên şer ên Îsraîlê derdora deriyê nefermî yê li gundê Hoş El Seyid ê li ser sînorê Sûriye û Lubnanê hat bombebarankirin.
(fr)