Ciwanên Holê: QSD`ê mertala parastina civakê ye
Ciwanên bajarê Holê destnîşan kirin ku ew ê li hember siyasetên dijberî herêmê bisekinin. Her wiha QSD`ê silav kirin ku li hember êrişên li dijî Dêrazorê bûn mertal û bendeke asê.
Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li navenda tevgerê ya li bajarê Holê kom bûn. Endamê rêveberiya tevgerê Husam El Hisên li ser navê tevgerê daxuyaniyek xwend.
Di daxuyaniyê de êriş û komployên li dijî herêmê û hewldanên derxistina fitneyê hatin şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û şêniyên Dêrazorê yên li pêşiya komployan bûn bendeke asê, hatin silavkirin.
Her wiha di daxuyaniyê de helwesta erênî ya êl û qebîleyên herêmê hate silavkirin ku piştgiriya QSD`ê kir.
Di dawiyê de şehîdên li hember êrişan li ber xwe dane, hatin bibîranîn.
(şx)
ANHA