Ciwanê ku her du lingên wî felc in jî tevlî seferberiyê bûye

Ciwanekî ku her du lingên wî felc bûne, bi gopalên xwe li kêleka berxwedêran cih digire.

Ciwanê ku her du lingên wî felc in jî tevlî seferberiyê bûye
26 ÇILE, 2026   10:45
QAMIŞLO

Mûsa Mihemed Tacedîn ê 18 salî ji taxa Meyselûn a bajarê Qamişlo ye. Di sala 2023`an de ji ber nexweşiya dohnê di nava hestiyê piştê de, ji her du lingên xwe felc bûye. 

Di vê dema ku tevahiya Rojava li hemberî êrişan rabûye ser piyan de, Mûsa jî xwestiye ku li kêleka berxwedêran bisekine û moral bide wan.

Mûsa Tacedîn bi 2 gopale dimeşe û li ser her du lingên xwe hesin danîne.

Ew li ser benda kontrolê ya ku şêniyên taxê nêzî mala wî danîne, disekine.

Mûsa Tacedîn dibêje ku ew dixwaze bi hebûna xwe moral bide şervanan, divê Kurd bi yekdestî li hemberî êrişên ku li dijî wan tên kirine, derkevin.

(sb)

ANHA