Ciwan û şêniyên Cizîrê soza tolhildana şehîd Bîşeng û Sara da

Bi sedan ciwanên bajarê Hesekê û navçeya Dirbêsiyê bi 2 meşên girseyî herdu têkoşerên tevgera azadiya Kurdistanê Bîşeng Birûsk û Sara Hogir bi bîr anîn û soza tolhildana wan da.

27 sibat, 2024   20:48
HESEKÊ

Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi meşekê endama Koordînasyona Komeleya Jinên Ciwan û Komîteya Ciwanan a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Bîşeng Birûsk û endama Rêveberiya Komeleya Jinên Ciwan - Komîteya Ciwanan Sara Hogir bi bîr anîn. Di meşê de bi sedan şênî beşdar bûn.

Meş ji çerxerêya Sînalko ya taxa Til Hecer dest pê kir û ber bi Parka Rêber Abdullah Ocalan a taxa Nasira ya bajarê Hesekê ve bi rê ket.

Li wir rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan Medya Ebdullah berxwedana herdu şehîdan û têkoşîna wan silav kir û got: "Her du şehîdan ne tenê li Rojavayê Kurdistanê, lê belê li 4 parçeyên Kurdistanê tê koşiyan. Têkoşîna wan gelek jin ji qeydên bindestiyê rizgar kirin."

DIRBÊSIYÊ

Li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Cizîrê jî Yekitiya Jinên Ciwan a Hesekê û navçeya Dirbêsiyê meşek girseyî li dar xist. Di meşê de bi sedan şêniyên navçeyê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekitiya Jinên Ciwan, sazî, meclis û Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdar bûn.

Meş ji qada Jinê ya navçeyê dest pê kir û ber bi navenda Kongra Star a rojhilatê navçeyê ve bi rê ket.

Li wir endama Yekitiya Jinên Ciwan a navçeyê Diyana El Ebdullah her du têkoşer Bîşeng Birûsk û Sara Hogir bi bîr anîn û rola wan di rêxistinkirina ciwanan li seranserî Kurdistanê de silav kir û got: "Her du şehîdan bi ruhê şoreşgerî li Kurdistanê tê koşiyan û roleke wan a sereke di pêşengtiya ciwanan de ber bi azadiyê ve hebû."

Diyana sersaxî da malbatên her du şehîdan û soza domandina têkoşînê, şopandina rêya şehîdên azadiyê û tolhildana wan da.

(mh)

ANHA

Dirbêsiyê

Hesekê