Koordînasyona Jinan a Tebqayê soza bilindkirina têkoşînê nû kir

Koordînasyona Jinan a Meclisa Rêveber a kantona Tebqayê sûcê hovane yê li dijî herdu xwişkan li gundewarê Reqayê şermezar kir û soza bilindkirina asta têkoşînê ji bo parastina jinên di bin desthilata hişmendiya baviksalariyê de, nû kir.

Koordînasyona Jinan a Tebqayê soza bilindkirina têkoşînê nû kir
27 sibat, 2024   20:43
TEBQA

Daxuyanî li pêşiya avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê bi beşdariya nûnerên Rêveberiya Xweser, meclis û desteyên wê ji aliyê endama Koordînasyona Jinan a Tebqayê Wela El Nacî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin mixabin sûcên li dijî jinan ên bi bihaneya şerefê hîn didomin. Ya herî xerab ew e ku civak şerefê tenê di jinan de dibînin û ev jî berê mirov dide serdemên berê ku jin di bin hişmendiya baviksalariyê de tên qirkirin. Doza jinan dozeke civakî ya giştî ye. Pêwîstiya wê bi guhertina hişmendiya civakê heye. Ev sûca hovane ya li dijî herdu xwişkan berdewama rêzesûcên li dijî jinan in.

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev sûca li dijî her du jinan pêdiviya xwe bi guhartina zihniyeta civakê heye. Her wiha sûca ku eşîreka Hesekê ji ber redkirina zewaca ji pismamê xwe ku jinek qetil kiriye, ji bîr nabe.

Di dawiya daxuyaniyê de soza bilindkirina asta têkoşînê ji bo parastina jinên bindest û rizgarkirina wan hate bilindkirin.

(mh)

ANHA