Civîna yekemîn a Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê bi dawî bû

Di civîna yekemîn a komîsyonê de, pêşnûmaya 12 alî hate pêşkêşkirin, pêşnûma bi yekdengî hate qebûlkirin.

Civîna yekemîn a Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê bi dawî bû
5 tebax, 2025   21:42
 NAVENDA NÛÇEYAN

Civîna ewil a "Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê" ya li meclisê hat avakirin, bi dawî bû. Di civînê de têkildarî awayê xebatê yê komîsyonê pêşnûmayeke 12 xalî hat amadekirin. Paşê pêşnûma pêşkêşî komîsyonê hat kirin, bi yekdengî hat qebûlkirin. 

Civîna ewil a komîsyonê bi dawî bû. Komîsyon dê di 8'ê Tebaxê saet di 11.30'yî de careke din bicive.