Cigerxwîn li ser gora xwe hate bibîranîn

Aliyên çandê li herêma Cizîrê helbestvan û nivîskarê Kurd Cigerxwîn di salvegera koça wî ya 39′an de li ser gora wî ya li Qamişloyê bi bîr anî.

Cigerxwîn li ser gora xwe hate bibîranîn
Cigerxwîn li ser gora xwe hate bibîranîn
Cigerxwîn li ser gora xwe hate bibîranîn
Cigerxwîn li ser gora xwe hate bibîranîn
Cigerxwîn li ser gora xwe hate bibîranîn
Cigerxwîn li ser gora xwe hate bibîranîn
Cigerxwîn li ser gora xwe hate bibîranîn
Cigerxwîn li ser gora xwe hate bibîranîn
Cigerxwîn li ser gora xwe hate bibîranîn
Cigerxwîn li ser gora xwe hate bibîranîn
22 cotmeh, 2023   15:10
QAMIŞLO

Yekitî, tevger û desteyên çandê li herêma Cizîrê bi boneya salvegera 39′an a koça dawîn a helbestvan û nivîskarê Kurd Cigerxwîn merasîmek li dar xist.

Merasîm li ser gora helbestvan a li mala wî ya li taxa Xerbî ya Qamişloyê hate lidarxistin. Bi dehan endamên Yekitiya Rewşenbîran a Kurd a Herêma Cizîrê, Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûryeyê, Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê, Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (TEV-ÇAND), Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Yekitiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê, Komeleya Rojavayê Kurdistanê ya Wêje û Çanda Kurd, partiyên siyasî, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de li ser navê Yekitiya Çandê ya Herêma Cizîrê Xalis Mesor bixêrhatina beşdran kir, helbestvan Cigerxwîn bi bîr anî û wiha got: "Cigerxwîn stêrka me tevan ronî dike. Ew di dilên me de zindî ye, jiyana xwe tevahî xiste oxirê gelê xwe yê Kurd. Bi helbestên xwe moral da gelê xwe. Gelek pirtûk û helbest li ser dîroka Kurdan nivîsî ku gelê xwe û tevahî gelên din dîroka Kurdan binasin."

Dûre peyama malbata helbestvan Cigerxwîn ji hêla Gerînendetiya Yekitiya Giştî ya Nivîskar û Rojnameanên Kurd li Sûriyeyê ya li Qamişloyê Behrîn Osê ve hate xwendin. Di peyamê de spasiya tevahî beşdarên merasîma bîranînê hate kirin û hate gotin kombûna we hemûyan a îro li dora gora helbestvan Cigerxwîn û di vê qonaxa cîhan tevahî û gelê Kurd di gefan re derbas dibin cihê serbilindiyê ye.

Di peyamê de hate destnîşankirin ku yekitiya Kurdan armanca helbestvan Cigerxwîn a sereke bû, ji lew re erka îro li ser milê hemûyan xebata di aliyê çand û wêjeyê de ye.

Endamê Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê Ebdulmecîd Xelef axivî û got divê tevahî berhemên helbestvanên Kurd ên koça dawîn kirine bi taybet helbestvan Cigerxwîn werin lêkolînkirin, da ku derbasî meteryalên dibistan û zanîngehan bin û gel nas bikin û tevahî nifş xebatên wan ên çandê yên binirx bizanin.

Dûre helbestvan Kolal Kasanî û Beşîra Derwêş hin malik ji helbestên Cigerxwîn xwndin.

Di dawiyê de Yekitiyên Çandê kulîlk danîn ser gora Cigerxwîn.

(fr)

ANHA