Çeteyên Enqereyê revandina ciwanên sûriyeyî didomînin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker di çend rojên dawîn de ji bo pereyan ji malbatên wan bistînin, gelek kesên ji Heleb û Humsê revandin.

Çeteyên Enqereyê revandina ciwanên sûriyeyî didomînin
12 mijdar, 2023   14:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), çeteyên Polîsên Leşkerî yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li bajarê Ezazê yê dagirkirî di çend rojên dawîn de welatiyekî ji Helebê yê ku desthilata Tirkiyeyê ew bi darê zorê li gundewarê bakurê Helebê bi cih kibirû, revand û pereyên pê re desteser kirin. Hat zanîn ku ketina axa Tirkiyeyê bi awayekî qaçax, wekî hinceta revandinê hatiye nîşandan.

Çeteyên Cebhe Şamiye jî li gundê Sico yê girêdayî Ezazê 3 kesên ji Heleb û Humsê yên ji Tirkiyeyê bi darê zorê veguhestibûn Sûriyeyê, revandin û li hemberî berdana wan fidye ji malbatên wan xwestin.

(c)