Şehîdên Komkujiya Sînemaya Amûdê li Helebê hatin bibîranîn

Xwendekar û kadroyên perwerdeyê yên li Helebê şehîdên Komkujiya Şewata Sînemaya Amûdê bi bîr anîn.

Şehîdên Komkujiya Sînemaya Amûdê li Helebê hatin bibîranîn
Şehîdên Komkujiya Sînemaya Amûdê li Helebê hatin bibîranîn
12 mijdar, 2023   14:27
HELEB

Sibê (13 Mijdar) salvegera 63`an a Şewata Sînemaya Amûdê ye ku di encamê de 283 zarokên ji navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamişlo bûn qurbanî.

Xwendekar, endamên Komîteya Perwerdeyê û Perwerdeya Civaka Demokratîk ên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji bo bîranîna şehîdên komkujiyê li Dibistana Şehîd Cûdî Amanos a li Eşrefiyê kom bûn û daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê xwendekara bi navê Sêvîn Îbrahîm ve hat xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de bûyerên 13`ê Mijdara 1960`î hatin ku di wê rojê de bi sedan zarokên Kurdan jiyana xwe ji dest da, hatin bibîrxistin û hat gotin: “Ev komkujî di çarçoveya rêzekomkujiyên pergalên şofînîst û dagirkerên Kurdistanê yên li djiî gelê Kurd de pêk hat.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dê daxwaza eşkerekirin û cezakirina berpirsên komkujiyê bidomînin.

(c)

ANHA