Çeteyên dewleta Tirk li Serêkaniyê 3 ciwan revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên “Polîsên Leşkerî” li bajarê Serêkaniyê 3 ciwan revandin.

Çeteyên dewleta Tirk li Serêkaniyê 3 ciwan revandin
28 sibat, 2025   15:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker, îro danê sibehê li bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî, bi ser çend malan de girt. Çeteyan 3 ciwan revandin û birin cihekî nediyar.

Çavkaniyan her wiha diyar kir ku di dema serdegirtinê de çeteyan dijûn li jinên ku nehiştin li malên wan bigerin, kirin û telefonên destan jî dizîn.

(k)