Çeteyekî îşkence li zaroka xwe kir

Di dîmenekê de ku li ser medyayên dîjîtal hatiye parvekirin, xuya dibe ku çeteyekî dewleta Tirk a dagirker îşkenceyê li keça xwe dike.

Çeteyekî îşkence li zaroka xwe kir
3 îlon, 2024   13:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Di dîmenekê de ku li bajarê Ezazê yê dagirkirî hatiye kişandin û di medyayên dîjîtal de hatiye parvekirin, xuya dike ku çeteyek bi awayekî tund li zaroka xwe dide.

Çete li zarokê dide, porê wê dikişîne û pêhnan lê dide heta dikeve. Piştre jê re dibêje "Rabe, dizanî ev lêdan ji bo çi ye, ji bo ku careke din hûn bi rê bikin û bibêjin dixwazin zarokan bibînin.”

Di dîmen de çete gefê li zarokên xwe yên din jî dixwe û wiha dibêje: "Heya xwişkên wê werin ez îşê xwe bi wan re dizanim."

Li gorî hatiye parvekirin, çeteyê li keça xwe dide navê wî Hemûde Hemîdo ye û nehiştiye zarokên wî dayika xwe bibînin.

(bb)