Komên Iraqê êrîşî parastina Îsraîlê kirin

Koma bi navê Meqawemey Îslamî ya Iraqê diyarkirin ku bi rêya dironan êrişî ser avahiya Wezareta Parastinê ya Îsraîl a li Tel Avivê kirine.

Komên Iraqê êrîşî parastina Îsraîlê kirin
24 adar, 2024   10:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Koma bi navê Meqawemey Îslamî ya Iraqê di daxuyaniyek de û got wan bi îro bi rêya dironan êrişî ser avahiya Wezareta Parastinê ya Îsraîl a li Tel Avivê kirine. Di daxuyaniyê de tê gotin wê êrişên wan ên li dijî Îsraîlê zêde bibin.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku ewê di meha Remezanê de çalakiyên xwe yên leşkerî li dijî Îsraîlê zêde bikin.

Roja 21’ê Adarê jî Koma Meqawemey Îslamî ya Iraqê bi dronan êrişî ser santrala elektrîkê ya Tel Avivê kiribû.