Çeteyan bi ser malekê de girt û ciwanek revand

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Raco yê Efrîna dagirkirî bi ser malekê de girt û ciwanek revand.

Çeteyan bi ser malekê de girt û ciwanek revand
23 hezîran, 2025   15:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih ên ji Efrîna dagirkirî ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker 21’ê Hezîranê danê sibehê bi ser mala Mihemed Bekir a li ser rêya gundê Mûsako yê Racoyê de girtiye û kurê wî Reşîd Bekir (18) revandiye û biriye cihekî nediyar.

Reşîd Bekir beriya 4 salan bi rêya deriyê sînor ê Girê Spî ji Tirkiyeyê hatibû dersînorkirin û hatibû revandin, paşê beramberî fîdyeyê hatibû berdan.

(k)