Gotinên nefretê û rola jinan di têkoşîna li dijî wê de hatin gotûbêjkirin

Yekitiya Jinên Êzidî û Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê komxebatek li dar xist û mijara "gotara nefretê" û rêyên têkoşîna li dijî wê gotûbêj kirin.

23 hezîran, 2025   15:26
HESEKÊ

Yekitiya Jinên Êzidî bi hevkariya Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê îro komxebatek bi sernavê "Gotara nefretê û bandora wê li ser civakê” li dar xist. Komxebat li Salona Xabûr a bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê hat lidarxistin. Çalakvanên jin beşdarî komxebatê bûn.

Di komxebatê de beşa li ser pênaseya gotara nefretê, belavbûna wê û bandorên wê yên neyînî li ser civakê, ji aliyê cîgira berdevka Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Zozan Şemo ve hat birêvebirin.

Zozan Şemo got: "Gotara nefretê amûreke navendî ye ji bo xurtkirina serdestiyê tê bikaranîn, ne tenê bi rêya ragihandinê û gotara siyasî, lê herwiha bi rêya perwerdeyê, saziyên olî, û hin pêkhateyên çandî pêk tê. "

Di mijara duyemîn de ku ji aliyê rêvebera Yekitiya Jinên Êzidî Sûad Haso ve hate birêvebirin, rola jinan a li dijî gotara nefretê hate gotûbêjkirin.

Sûad Hesen got: "Jin hêmaneke bingehîn e di pêvajoya avakirina aştî û pêşketina civakê de, xwedî hêz e ku li dijî gotara nefretê têbikoşe, bi rêya ragihandinê, xebata civakî û beşdariya siyasî. "

Beşdarên komxebatê jî der barê mijaran de nêrînên xwe anîn ziman û ezmûnên xwe yên kesane jî di vê mijarê de vegotin.

Komxebat bi çend pêşniyaran bi dawî bû:

-  Ji bo belavkirina nirxên aştî û demokrasiyê di çapemeniyê de piştgirîkirina gotara jinan.

-  Danasîna metirsiya gotara nefretê li ser hemû beşên civakê.

-  Bi armanca pêşxistina jinan komxebat werin lidarxistin.

-  Rêgezên pirrengiyê di pirtûkên perwerdeyê de werin bicîkirin.

-  Lidarxistina civînên diyalogê di navbera hemû beşên civakê de.

-  Hişyarkirina ciwanan û xurtkirina rola wan ji bo pêkanîna nirxên aştî û lêborînê.

-  Şopandin û belgekirina diyardeyên gotara nefretê ji bo helwestên zelal û tund li dijî wê bên girtin.

(k)