Çeteyan alavên nexweşxaneyên Girê Spî û Silokê dizîn

Çavkaniyên xwecih ên ji Girê Spî yê dagirkirî diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker di vê dawiyê de gelek alavên nexweşxaneya Girê Spî û yên nexweşxaneya Silokê dizîne.

Çeteyan alavên nexweşxaneyên Girê Spî û Silokê dizîn
23 nîsan, 2025   13:24
EYN ÎSA

Çavkaniyên ji bajarê Girê Spî diyar kir ku di vê dawiyê de çeteyên dewleta Tirk a dagirker alavên nexweşxaneya Girê Spî û nexweşxaneya Silokê vekirin û dizîn.

Li gorî çavkaniyan, ew alavên hatine dizîn birine cihekî nediyar.

Her wiha çavkaniyan diyar kir ku ev ne cara yekê ye ku ev kiryar tê kirin, ev yek berdewama rêzekiryarên talankirin, dizîn û xerabkirinê yên li dijî binesaziya bajêr, mal û milkên taybet e.

Ji ber hilweşîna xizmetguzariyê û nebûna ewlehiyê şêniyên Girê Spî di rewşên zehmet de dijîn.

(fr)