Çete rê nadin çapemenî bikeve Şêxmeqsûdê

Çeteyên hikumeta demkî rê li ber rojnamevan û rêxistinên navneteweyî û mirovî digirin ku bikevin taxa Şêxmeqsûd.

Çete rê nadin çapemenî bikeve Şêxmeqsûdê
14 ÇILE, 2026   10:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Komên çete yên hikumeta demkî, piştî ku komkujî li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê pêk anîn, rê nadin rojnamevan û rêxistinên navneteweyî û mirovî bikevin van taxan.

Ji 11`ê Çileyê ve, çeteyên hikumeta demkî tax dorpêç kiriye ku bi hezaran malbat lê dijîn û rê li ber derbasbûna alîkariyê û medyayê digirin.

Di vê navberê de, kanalên girêdayî çeteyên hikumeta demkî behsa "vegera jiyana asayî” bo nav taxan dikin, lê çavkaniyên herêmî diyar dikin ku rastî pir cuda ye, sûc û binpêkirin bi awayekî sîstematîk li dijî sivîlên li hundirê Şêxmeqsûdê têne kirin.

(k)