CENTCOM: Em rê nadin DAIŞˋê ku xwe ji nû ve ava bike

CETNCOM'ê da zanîn ku wê êrişên hewayî li dijî çeteyên DAIŞ'ê pêk anîn û di encamê de 12 çete hatin kuştin. General Michael Erik Kurilla diyar kir ku CENTCOM û hevkarên wê yên herêmê rê nadin DAIŞˋê ku xwe ji nû ve ava bike û sûdê ji rewşa heyî ya li Sûriyeyê wergire.

CENTCOM: Em rê nadin DAIŞˋê ku xwe ji nû ve ava bike
16 kanûn, 2024   22:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) daxuyaniyek da û ragihand ku di 16'ê Kanûnê de li dijî baregeh û sîxurên çeteyên DAIŞ'ê yên li herêmên rejîma berê û Rûsyayê yên Sûriyeyê êrişên hewayî pêk anîn û di encamê de 12 terorên DAIŞˋî hatin kuştin.

Di daxuyaniya CENTCOMˋê de hat diyarkirin ku ev êrişên li dijî serçeteyên DAIŞˋê, sîxur û baregehên wan beşek ji erka li dijî wê rêxistinê, lawazî û têkbirina wê ye, her wiha bi armanca rê li pêş komên terorîst were girtin ku êrişan pêk neynin û DAIŞ careke din xwe li Sûriyeyê ava neke.

Girêdayî wê, general Michael Erik Kurilla ragihand ku CENTCOM bi hevkariya hevkarên xwe yên li herêmê rê nadin ku DAIŞ xwe ji nû ve ava bike û sûdê ji rewşa heyî ya li Sûriyeyê wergire.

(mh/fr)