CENTCOM: 2 moşek ji Yemenê ber bi keştiya USS Mason û Central Park ve hatin avêtin

CENTCOM’ê ragihand ku 2 moşekên balîstîk ji Yemenê ber bi herêmekê ku keştiyeke Amerîkayê lê ye, hatine avêtin. Li aliyekî din fermandariyê ragihand ku keştîhilgira Eisenhower gihaştiye Kendava Erebî.

CENTCOM: 2 moşek ji Yemenê ber bi keştiya USS Mason û Central Park ve hatin avêtin
27 mijdar, 2023   11:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) da zanîn ku duşemê 2 moşekên balîstîk ji herêmên di bin kontrola Hûsiyan a Yemenê de, ber bi herêma keştiya balafiran a Amerîkayê USS Mason û keştiya bazirganiyê Central Park lê ne, hatine avêtin.

Fermandariyê di daxuyaniya xwe de aşkera kir ku her du moşek li Kendava Edenê dûrî 10 kîlomtreyan ji her du keştiyan ketine û tiştek bi her du keştiyan nehatiye.

Her wiha fermandariyê ragihand ku keştiya balafiran Eisenhower gihaştiye Kendava Erebî.

Fermandariyê li ser hesabê xwe yê X’ê 26`ê Mijdarê dabû zanîn ku keştiya balafirhilgir Eisenhower tengava Hurmuzê derbas kiriye û ketiye Kendava Erebî.

CENTCOM’ê diyar kir ku koma IKECSG ji bo parastina bazirganiya deryayî di korîdorên avî yên navneteweyî yên sereke de, dewriyeyan li dar dixe.

Piştî şerê Îsraîl û Hemasê, CENTCOM’ê keştiya Eisenhower di çarçoveya xurtkirina bicihbûna xwe ya li herêmê de û têkbirina êrişên li dij Îsraîlê ya jî firehkirina şer, şand Rojhilata Navîn.

(şx)