Çemê Ceqceq piştî salan diherike

Çemê Ceqceq ê ku bi salan ziwa bibû, piştî baran bariya êdî diherike.

Çemê Ceqceq piştî salan diherike
15 adar, 2026   13:25
HESEKÊ

Çemê Ceqceq ku di nîvê bajarê Hesekê re derbas dibe, bi salane av tê de nebû û ziwa bibû. Piştî barana zêde çemê Ceqceq careke din diherike.

Nûçegîhanên me anîn ziman ku çemê Ceqceq bi salan ziwa bibû, niha jî piştî baran dibare êdî çemê dîsa diherike.

Çemê Ceqceq ji Tirkiyê di bajarê Qamişlo re derbasî xaka Sûriyeyê dibe. Ji Qamişlo diherike bajarê Hesekê û dikevê nava ava Xabûrê. Çemê Xabûr jî dikeve nava çemê Firatê.

Çemê Ceqceq ji ber li Tirkiyê av li ser qutkiribûn, bi salan ziwa bibû. Piştî ku baran zêde bariya êdî çemê Ceqceq diherike.

Li Sûriyeyê bi giştî ji ber barîna baranê ya zêde av li kolanên sereke yên bajaran û li qadan kom bûye. Her wiha li gundewarên başûrê bajarê Hesekê, Reqa û Dêrazorê lehî rabûne.

(np)

ANHA