Cejna Saint Barbara li Dêrikê hat pîrozkirin

Bi boneya Cejna Saint Barbara Dêra Kildan a li bajarê Dêrikê şahiyek ji zarokan re li dar xist.

Cejna Saint Barbara li Dêrikê hat pîrozkirin
Cejna Saint Barbara li Dêrikê hat pîrozkirin
Cejna Saint Barbara li Dêrikê hat pîrozkirin
Cejna Saint Barbara li Dêrikê hat pîrozkirin
Cejna Saint Barbara li Dêrikê hat pîrozkirin
Cejna Saint Barbara li Dêrikê hat pîrozkirin
Cejna Saint Barbara li Dêrikê hat pîrozkirin
Cejna Saint Barbara li Dêrikê hat pîrozkirin
Cejna Saint Barbara li Dêrikê hat pîrozkirin
8 kanûn 2023   18:39
QAMIŞLO

Bi boneya Cejna Saint Barbara,mamosteyên perwerdeya ola xiristiyan a Dêra Kildan a li bajarê Dêrikê yê kantona Qamişloyê şahiyek ji zarokan re li dar xist. Bi dehan zarokên xiristiyan, Kurd û Ereb tevî malbatên wan beşdar bûn.

Piştî nimêja xiristiyan mamoste Seyda Îbrahîm, jiyana şehîd Barbara vegot. Piştre Koma Keçên Meryem şanoyek pêşkêş kir û li gel zarokan sirûdên olî xwendin.

Di dawiyê de danûk ku wekî sembola cejnê ye li beşdaran hat belavkirin.

Her sal, xiristiyan Cejna Barbara bi kevneşopiyên taybet pîroz diki. Di cejnê de zarok û ciwan bi cil û bergên xwe bi mask serdana malan dikin û danûk li wan tê belavkirin.

(bb)

ANHA