Çavkaniyên ji DEM Partiyê: Ji bo ku qanûn di meha Tîrmehê de derkeve mutabakatek heye

Çavkaniyên ji DEM Partiyê derbarê hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya bi Wekîlê Serokê Giştî yê AKP’ê Efkan Ala û Serokê Koma AKP’ê Abdullah Guler re diyar kirin ku ji bo qanûn di meha Tîrmehê de bê çêkirin lihevkikrine heye.

 Çavkaniyên ji DEM Partiyê: Ji bo ku qanûn di meha Tîrmehê de derkeve mutabakatek heye
16 tîrmeh, 2026   13:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Pêvajoya Aştî û Civak Demokratîk li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê rojeva sereke ye û bi nîqaşa berdewam dike. Qanûna Çarçoveyî ku demeke dirêj e di rojevê de ye û ji aliyê raya giştî ve tê nîqaşkirin û meraqkirin. Ev pêşnûmeya qanûna çarçoveyî di merhaleyeke krîtîk de ye. Tê payîn di meha Tîrmehê de pêşnûmeya qanûna çarçoveyî bê rojeva Meclisa Tirkiyê. 

Di vê merhaleya krîtîk de endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan û Mîthat Sancar pêk dihat duh êvarê bi Wekîlê Serokê Giştî yê AKPê Efkan Ala û Serokê Koma AKP’ê Abdullah Guler re hevdîtin pêk anî. Derbarê hevdîtinê de ji aliyê DEM Partiyê ve heta niha daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.

DEM PARTÎ: WÊ PÊŞNÛMEYA QANÛNA ÇARÇOVEYÎ Dİ TÎRMEHÊ DE Lİ MECLİSÊ BE

Piştî hevdîtinê ji aliyê rojname û saziyên ragihandinê ve îdiayên weke, “Qanûna çarçoveyî dê di meha Cotmehê de derbikeve” hatin belavkirin.

 Çavkaniyên ji DEM Partiyê derbarê hevdîtinê de agahî dan ajansa Welat û dan zanîn ku ji bo qanûn di meha Tîrmehê de derkeve lihevkirinek ango mutabakatek heye û îdiayên weke, “Qanûn dê di meha Cotmehê de derkeve” derewandin.

Ji aliyê din ve jî hem DEM Partî û hem jî AKP’ê û partiyên siyasî li ser pêşnûmeya qanûna çarçoveyî di nav xwe de nîqaşan didomînin. Pêşnûmeya qanûna çarçoveyî dê beriya Meclîs bikeve batlaneyê ji partiyên siyasî re bê şandin û piştre jî biçe Desteya Giştî ya Meclisê û li vir were gotûbêjkirin.

Piştî van hevdîtina Heyeta Îmraliyê û AKP’ê, çav li rê ye ku Heyeta Îmraliyê biçe Girava Îmraliyê û bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne.