Çavkaniyên bijîşkî: 20 cenaze li gundewarê Swêdayê hatin dîtin

Tîmên Heyva Sor a Sûriyê 20 cenaze ji sê gundên li bakur û rojavayê Swêdayê dîtin, li dijî bajarokê Necranê jî êrişeke çekdarî ya nû pêk hat.

Çavkaniyên bijîşkî: 20 cenaze li gundewarê Swêdayê hatin dîtin
Çavkaniyên bijîşkî: 20 cenaze li gundewarê Swêdayê hatin dîtin
Çavkaniyên bijîşkî: 20 cenaze li gundewarê Swêdayê hatin dîtin
Çavkaniyên bijîşkî: 20 cenaze li gundewarê Swêdayê hatin dîtin
Çavkaniyên bijîşkî: 20 cenaze li gundewarê Swêdayê hatin dîtin
Çavkaniyên bijîşkî: 20 cenaze li gundewarê Swêdayê hatin dîtin
Çavkaniyên bijîşkî: 20 cenaze li gundewarê Swêdayê hatin dîtin
8 tebax, 2025   18:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên bijîşkî yên li Nexweşxaneya Neteweyî ya Swêdayê ragihandin ku 20 cenaze di nav de cenazeyê 4  jinan hebû gihiştin nexweşxaneyê. Cenaze ji hêla tîmên Heyva Sor a Sûriyê ve ji gundên Lahisê, Elmetûna û wolgayê li bakur û rojavayê Parêzgeha Swêdayê, hatin dîtin.

Çavkaniyan dan zanîn ku cenaze pûç bûbûn, hin ji wan jî şewitî bûn. Her wiha destnîşan kir ku hin şêniyan xizmên xwe bi rêya cilên wan nas kirin.

Li aliyekî din çavkaniyên herêmî diyar kirin ku bajarokê Necran li gundewarê rojavayê Swêdayê rastî êrişên çekdarî hat. Êriş ji deverên di bin kontrola hêzên Hikûmeta Veguhêz de pêk hatin.

(k)