QSD’ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir

Hêzên Sûriya Demokratîk nasnameya 3 şehîdan eşkere kir û soz da ku ew ê li dijî hemû hewildanên têkbirina aramiya herêmê têbikoşin.

QSD’ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
8 tebax, 2025   18:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameya 3 şehîdan  eşkere kir.

QSD’ê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku şervanê bi navê Amed Qamişlo/ Sedî Elawî û Bahoz/ Talib El Mihemed di encama bersivdayîna êrişa çeteyên DAIŞ’ê li dijî erebeya wan li Dêrazorê  şehîd bûn.

Her wiha şervanê bi navê Serhed Hesekê/ Ehmed Hisên dema li ser erka xwe bû di encama qezayeke tirafîkê şehîd bû.

QSD’ê sersaxî ji hemû malbatên şehîdan re xwest û soz da ku ew ê rêya wan li têkoşîna li dijî çeteyan heya bi dawîkirina wan û pêkanîna aştî û aramiyê dewam bike.

Nasnameya şehîdan wiha ye:

Navê kod: Amed Qamişlo

Nasnav: Seyd Elawî

Navê dê: Enûd

Navê bav: Xêrelah

Cihê dayikbûnê: Qamişlo

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazorê – El Bihêra – 06 Tebaxa 2025

Navê Kod: Bahoz

Nasnav: Talib El Mihemed

Navê dê: Fetîm

Navê bav: Salih

Cihê jidayikbûnê: Qamişlo

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazorê – El Bihêra – 06 Tebaxa 2025  

Navê Kod: Serhed Hesekê

Nasnav: Ehmed Hisên El Dexûl

Navê dê: Wezina

Navê bav: Hisên

Cihê dayikbûnê: Hesekê

Cih û dîroka şehadetê: Reqa – qezaya tirafîkê– 06 Tebaxa 2025 

(ac)

ANHA