Şaredariya Amûdê piştî rexnedayînê dest bi xebatên paqijiyê kir

Şaredariya Gel a Amûdê dest bi paqijkirina taxên bajarê Amûdê kir piştî ku di vê dawiyê de kêmasî ketibû karê wê.

Şaredariya Amûdê piştî rexnedayînê dest bi xebatên paqijiyê kir
Şaredariya Amûdê piştî rexnedayînê dest bi xebatên paqijiyê kir
Şaredariya Amûdê piştî rexnedayînê dest bi xebatên paqijiyê kir
Şaredariya Amûdê piştî rexnedayînê dest bi xebatên paqijiyê kir
Şaredariya Amûdê piştî rexnedayînê dest bi xebatên paqijiyê kir
Şaredariya Amûdê piştî rexnedayînê dest bi xebatên paqijiyê kir
Şaredariya Amûdê piştî rexnedayînê dest bi xebatên paqijiyê kir
Şaredariya Amûdê piştî rexnedayînê dest bi xebatên paqijiyê kir
26 hezîran, 2024   13:40
QAMIŞLO

Şaredariya Gel a bajarê Amûdê duh bi daxuyaniyekê xwe rexne kiribû ku di encama hin sedeman de di çend rojên dawîn de kêmasî ketibû karê wê û aşkera kiribû ku dê dest bi paqijkirina bajêr kir.

Karkerên paqijiyê, hevşaredar, endamên wê û yên Desteya Çandiniyê û Avê ya Kantona Cizîrê ji pêşiya avahiya şaredariyê dest bi paqijkirinê kirin.

Rêyên sereke, şaxî yên bajêr hatin paqijkirin. Çop hatin rakirin û bi rêya wesayîtên ku şaredariyê kirê kirine, derxistin derveyî bajêr.

Girêdayî mijarê hevşaredarê Amûdê Mihemed El Omerî got: "Ji ber ku wesayîtên şaredariyê rawestiyabûn, çop li bajêr kom bû. Me rexneya xwe da û ji bo ku em kêmasiyên xwe derbas bikin, îro me dest bi paqijkirinê kir. Ji bo ku em çopê ji bajêr derxin û ji ber ku wesayîtên me naxebitin, me hin wesayît kirê kirin û li endamên her 4 komînên bajêr belav kirin.”

Li gorî El Omerî, xebatên paqijkirinê berdewam in ta ku bajar bi temamî pak dibe.