59 şehîd li Til Temirê hatin bibîranîn

Şêniyên Til Temirê 59 şehîd bi bîr anîn û soz da ku rêya wan temam bikin ta ku serkefitnê bi dest bixin.

59 şehîd li Til Temirê hatin bibîranîn
59 şehîd li Til Temirê hatin bibîranîn
59 şehîd li Til Temirê hatin bibîranîn
59 şehîd li Til Temirê hatin bibîranîn
59 şehîd li Til Temirê hatin bibîranîn
59 şehîd li Til Temirê hatin bibîranîn
59 şehîd li Til Temirê hatin bibîranîn
59 şehîd li Til Temirê hatin bibîranîn
59 şehîd li Til Temirê hatin bibîranîn
59 şehîd li Til Temirê hatin bibîranîn
26 hezîran, 2024   13:48
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê ji bo bîranîna 59 şehîdên Hêzên Parastina Gel (HPG), Yekîneyên Antîterorê (YAT), Yekîneyên Parastina Gel (YPG-YPJ), Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Erka Xweparastinê yên ku di dem û cihên cuda de di mehên Adar, Nîsan, Gulan û Hezîranê de şehîd bûne, merasîmek li dar xist. 

Malbatên şehîdan, hevalên wan, endamên saziyên civaka sivîl, nûnerên partiyan û şêniyên bajêr tev li merasîmê bûn ku li hola Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê hatiye lidarxistin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temirê Nehla El Xelef axivî û tevahî şehîd bi bîr anîn. Nehlayê got: "Şehîd ji bo me minare ne. Em ê rêya wan bidomînin ta ku serkeftinê bi dest bixin."

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Ferhad Canfeda axivî û got: "Em îro 59 şehîdan bi bîr tînin ku îsbat kirin ew xwediyê vî welatî ne. Divê em xwedî li wan derkevin û rêya wan temam bikin ta ku armancên wan pêk bînin."

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Asûr Vîlda Sîmon jî got: "Em îro zarok û cîgerên xwe bi bîr tînin. Wan bedenê xwe ji me re kirin pire ji bo ku em bigihêjin azadiyê. Em soz didin wan ku rêya wan ta serkeftinê berdewam bikin."

Di merasîmê de sînevîzyonek têkildarî 59 şehîdan hate pêşandan.

(şx)

ANHA