2 gerîlayên li Elkê şehîd bûbûn hatin oxirkirin

Gerîlayên HPG'ê şehîd Sefer Temel û şehîd Yilmaz Sala yên li navçeya Elkê ya bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê şehîd bûbûn, li warên wan hatin oxirkirin.

2 gerîlayên li Elkê şehîd bûbûn hatin oxirkirin
26 hezîran 2024   12:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerîlayên HPG'ê şehîd Sefer Temel (Rustem Çekdar Kato) û şehîd Yilmaz Sala (Kamûran Gever) ji aliyê malbatên wan ve hatin teşhîskirin û duh teslîm hatin girtin. 

Malbata Temel bi tevlibûna rêveberên MEBYA-DER’ê û gelek kesan cenazeyê şehîd Sefer Temel li goristana gund oxir kir. Şehîd Yilmaz Sala jî piştî ku teslîm hat girtin, ji bo oxirkirinê birin gundê Hêrmiyê yê navçeya Gever a Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê.

Li aliyê din hate diyarkirin ku cenazeyê şehîd HPG'ê Basrî Cîn (Brûsk Kato) ji aliyê malbatê ve hatiye teşhîskirin û dê îro ji aliyê malbata wî ve teslîm bê girtin û li navçeya Silopî ya Şirnexê were veşartin.

Her wiha cenazeyê şehîdekî din ku di heman şerî de jiyana xwe ji dest daye jî ji bo tespîtkirina nasnameyê li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tê sekinandin.