Mar Morîs Amsîh: Em ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan dua dikin

Metranê Dêra Cizîr û Firatê Mar Morîs Amsîh got "Ji bo ku Rêber Abdullah Ocalan azad bibe û rêya xwe ya ji bo azadiyê û mirovahiyê temam bike, em dua dikin. Wî hezkirin da her kesî û ji bo her kesî pirên hezkirinê û aştiyê dirêj kirin."

Mar Morîs Amsîh: Em ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan dua dikin
Mar Morîs Amsîh: Em ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan dua dikin
Mar Morîs Amsîh: Em ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan dua dikin
Mar Morîs Amsîh: Em ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan dua dikin
Mar Morîs Amsîh: Em ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan dua dikin
26 hezîran, 2024   13:10
HESEKÊ

Şandeya Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan serdana metranê Dêra Cizîr û Firatê Mar Morîs Amsîh kir. 

Şandeya însiyatîfê ji berdevkê wê Ferzende Munzur, endamên însiyatîfê Nuha Omer û Fuad Cûlî pêk hat. Di serdanê de armancên pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan hatin şîrovekirin.

Metranê Dêra Cizîr û Firatê Mar Morîs Amsîh, Rêber Abdullah Ocalan bi Nelson Mandelayê serdemê û kilîta çareseriyê ya Rojhilata Navîn wesifand.

Amsîh wiha axivî: "Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelan û herêmê, biratiya gelan û azadiya wan her tişt tehemul kir. Em ji bo azadiya wî dua dikin û hêvî dikin ku vegere, ji bo ku rêya xwe ya ji bo azadiyê û mirovahiyê temam bike. Wî hezkirin da her kesî. Ji bo her kesî pirên hezkirinê û aştiyê dirêj kirin."

Amsîh wiha domand: "Em dua dikin ku ev însiyatîf, bibe însiyatîfeke navneteweyî û li her dera cîhanê belav bibe. Ji ber ku vî kesî, dilê xwe ji gelan re vekir ne tenê ji bo gelê kurd tê koşiya. Em hêvî dikin ku azad bibe û ji bo ku ewlehî li herêmê me serwer be, em dua dikin."

Amsîh da zanîn ku ew piştgiriya pêngava navneteweyî dikin.

Şandeyê jî di dawiya serdanê de pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan diyarî Mar Morîs Amsîh kirin.

(şx)